Here naverokê

dîtin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • IPA(kilîd): /diːˈtɘn/
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • Kîtekirin: dî·tin

Lêker

[biguhêre]
dîtin (gerguhêz)   
Rehê dema niha: -bîn-
RP.
Niha
ez dibînim
tu dibînî
ew dibîne
em, hûn, ew dibînin
Fermanî Yekjimar bibîne
Pirjimar bibînin
Rehê dema borî: -dît- / -dî-
RP.
Boriya
sade
min dît
te dît
wê/wî dît
me, we, wan dît
Formên din: Tewîn:dîtin
Mirov bi çavan dinyayê dibîne.

dîtin gerguhêz (lêkera xwerû)

  1. Bi çavan pê hesîn, bi çavan hay jê bûn, ketin ber çavan.
    Tarî bû, me ti tişt nedidît.
    Mirov li ber ronahiyê tiştan dibîne.
    Kesên ku nikarin bi çavên xwe dinyayê bibînin, kor in.

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1720, Mela Hisênê Bateyî, Mewlûda Kurdî:
    Der mezarê sehle lê redda cewab
    Pirr kesan dîtin keramet û eser

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
Şêweya vê kuê xirab e, ne baş e. Divê were sererastkirin.
Heke tu sererast bikî, dê gelek baş be. Ji bo şêweya rast binêre: Formata nivîsînê
Eger tu bixwazî sererast bikî, biçe ser "biguhêre".

Ji proto-hindûewropî: *dheiə ("pê hesîn, dîtin, bihîstin"), proto-îranî: *dai- ("dîtin, bihîstin") , avestayî: dai- ("dîtin "), farisiya kevn: - ("dîtin"), partî: dyd- ("dîtin"), pehlewî: dyd- ("dîtin"), hotenî: dai- ("dîtin"), harezmî: dy- ("dîtin"), farisî: dīdan ("dîtin"), belûçî: dīt- ("dîtin") … alfabeya arî, kurmancî: dîtin ("dîtin"), soranî: dîtin, bînan ("dîtin"), hewramî: diyay ("dîtin"), zazakî: diyene, vînayen- ("dîtin"), şêxbizinî: diyin, wînandin- ("dîtin"), sanskrîtî: dhay- ("bihîstin"), yûnanî: theôréô ("dîtin"),

Çavkanî: Cheung p.49, Watkins p.18 | Pokorny: 243

Bide ber

[biguhêre]

Gotinên pêşiyan

[biguhêre]

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]

dîtin m

  1. pêhesîna bi çavan:
    Dîtina gulan mirovî dilxweş dike.
  2. hevdîtin, jivan:
    dîtina hevalan li qehwexaneyê
  3. Qenaet, bawerî, nerîn, boçûn, helwest, ray.
    Bi dîtina min divê em îro biçin.
  4. Şêwe, şikil.
    • (Tu dikarî tarîxa vê jêgirtinê binivîsî?), “Încîl (Mizgînî)”, li ser kitebipiroz.com[1]:
      Li wir, li ber wan dîtina wî hat guhertin. Rûyê wî wek rojê şewq da û cilên wî wek ronahiyê çîlspî bûn.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina dîtin
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dîtin dîtin
Îzafe dîtina dîtinên
Çemandî dîtinê dîtinan
Nîşandera çem. dîtinê wan dîtinan
Bangkirin dîtinê dîtinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî dîtinek dîtinin
Îzafe dîtineke dîtinine
Çemandî dîtinekê dîtininan

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Anagram

[biguhêre]