Here naverokê

Noqav

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Noqaveke rûsî yê bi navê Akula di 2008ê

Noqav, keştiya noqav an jî jêrderya yan jî binderya, wesayîteke behrî ye ku dikare di bin avê de bi awayekî serbixwe tevbigere.

Herçend berê noqavê yên ceribandinê hatibûn çêkirin jî, sêwirana noqavên di asra 19ê de pêş ket û ew noqav ji aliyê gelek quwetên behrî[ferhengok 1] ve hatin bikaranîn. Ew cara ewil di Herba Dunyayî yê Yekê[ferhengok 2] (1914–1918) de bi awayekî berfireh hatin bikaranîn; îro jî di gelek quwetên behrî de, çi mezin bin çi biçûk, tên bikaranîn.

Îro, li gorî her çaxeke dî, di tarîxa modern de hejmara welatên ku noqavan çêdikin û bi kar tînin zêdetir e; Çîn jî di wê pêla çêkirinê de pêşengiyê dike.[1]

  1. ↑ hêzên deryayî, hêzên zeryayî
  2. ↑ Şerê Cîhanî yê Yekem, Cenga mezin a kevin, Şerê Mezin
  1. ↑ Sutton, H. I. (24 hezîran 2026). "China Now Leads World Submarine Construction". Naval News. Ji orîjînalê di 24 hezîran 2026 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 25 hezîran 2026.