Inter Miami
Ev rûpel bêkategorî ye. Ji kerema xwe kategoriyan li vê rûpelê zêde bike û alîkariya Wîkîpediyaya kurdî bike. (tebax 2026) |
Club Internacional de Fútbol Miami, ku bi kurtî Inter Miami CF an jî bi gelemperî Inter Miami tê gotin, yaneyek lîga futbola profesyonel Major League Soccer(MLS) e ku ji Fort Lauderdale ya herêma metropolîtan a Miamiyê li eyaleta Florîda ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê derketiye. Ev tîm ji sezona 2020an vir ve beşdarî pêşbirkên lîgayê dibe.[1]
Yane di milkê komek veberhêneran de ye ku David Beckham, lîstikvanê berê yê tîma neteweyî ya Înglistanê, di nav wan de ye û rolek sereke dilîze.[2]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di destpêkê de koma xwediyanan yaneyê ji David Beckham, hevkarê wî yê bazirganî Simon Fuller û Marcelo Claure pêk dihat. Di Kanûna Pêşîn 2017an de, birayên Jorge Mas û Jose Mas her weha karsazê japonî Masayoshi Son jî tevlî komê bûn.[3]
Di 29ê Çileya 2018an de, koma xwediyanan ji aliyê Major League Soccer (MLS) ve wek franchiseya 25emîn a lîgê hate pejirandin. Takîm di sezona 2020an de dest bi pêşbaziyên MLS kir. Bi vî awayî, Inter Miami piştî Miami Fusion, <Tampa Bay Mutiny û Orlando City bû franchiseya çaremîn a MLSê ku li eyaleta Florida ye.[4]
Di Tebaxa 2018an de, Paul McDonough wek rêvebirê werzîşê hate tayînkirin. Di destpêka Îlona 2018an de hate ragihandin ku navê fermî yê franchiseyê dê Club Internacional de Fútbol Miami be, ku bi kurtasî wek Inter Miami tê naskirin. Ev nav ji bo nîşandana statûya Miami wek bajarê cîhanî, ku hemû çand û civakan qebûl dike, hate hilbijartin. Rengên logoyê reş, spî û pembe ne.[5]
Wek yekem rahênerê sereke yê dîroka yaneyê, Diego Alonsohate peyman kirin. Yekem maça fermî ya Inter Miami di 1ê Adara 2020an de li dijî Los Angeles FC hate lîstin û bi encama 0-1 winda bû. Yekem gola dîrokî ya yaneyê jî ji aliyê Rodolfo Pizarro ve hate tomar kirin.[6]
Piştre sezona 2020an ji ber nexweşiya COVID-19 hate rawestandin. Dema pêşbaziya ligê vegeriya, Inter Miami di pêşbaziya MLS is Back de tev li bû, lê hemû sê maçên komê winda kir û ji pêşbaziyê derket. Piştî destpêkeke dijwar, yaneyê yekem serkeftina fermî ya xwe bi ser Orlando City de bi encama 3-2 qezenj kir.[7]
Di sala 2020an de, stêrkên navdar wek Blaise Matuidi û Gonzalo Higuaín jî hatin veguheztin bo Inter Miami. Lêbelê, sezona debutê ya klûbê bi encamên nebaş qediya û paşê hem rêvebirê werzîşê McDonough û hem jî rahêner Alonso ji kar hatin dûrkirin.[8]
Ji bo sezona 2021an, Chris Henderson bû rêvebirê werzîşê yê nû û [Phil Neville]] bû rahênerê sereke. Takîm nekarî bikeve jêlîstin û herweha di sezona 2022an de jî ev armanc bi dest nexistin.[9]
Di sezona 2023an de, Inter Miami di dawiya tabloya Eastern Conference de bû. Ji ber vê yekê Phil Neville ji kar hat dûrkirin û şûna wî Gerardo Martino girt. Di tîrmeha 2023an de, yaneyê stêrka cîhanî Lionel Messi peyman kir. Piştre hevalên wî yên berê yên Barcelona, Jordi Alba û Sergio Busquets jî tevlî takîmê bûn.[10]
Bi hatina Messi, Inter Miami di Leagues Cup 2023 de performansa pir baş nîşan da û di fînalê de Nashville SC di tawan têk bir. Bi vî awayî klûbê yekem sernavê dîroka xwe qezenj kir. Her weha di U.S. Open Cup de gihîşt fînalê, lê li hember Houston Dynamo winda kir.[11]
Ji bo sezona 2024an, Luis Suárez jî tevlî takîmê bû. Inter Miami Supporter’s Shield qezenj kir û wek baştirîn takîma sezona normal a MLS hate nasîn. Ev serkeftin rê vekir ku yane bibe beşdarê FIFA Club World Cup 2025.[12]
Di dawiya sezona 2024an de, Gerardo Martino ji karê xwe vekişiya. Ji bo sezona 2025an, Javier Mascherano, hevalê berê yê Messi li Barcelona, wek rahênerê sereke hate tayînkirin.[13]
Di FIFA Club World Cup 2025 de, Inter Miami li hember Paris Saint-Germain têk çû. Lê di jêlîstina MLS Cup de serkeftineke mezin bi dest xist û piştî ku Nashville SC, [FC Cincinnati]] û New York City FC ji pêşbaziyê derxist, di fînalê de Vancouver Whitecaps bi encama 3-1 têk bir û yekem MLS Cupa dîroka xwe bi dest xist.[14]
Yarîgeh
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Inter Miami di destpêkê de plan dikir ku maçên xwe yên malê di sezonên 2020 û 2021 de li Inter Miami Stadiumê li Fort Lauderdale, ku di destpêkê de 18.000 cihên rûniştinê hebûn, bilîze. Ji bo sezona 2022an, veguhastina bo Nu Stadiuma nû ya li Miami, ku mezinahiya wê 25.000 temaşevanan e, hatibû plan kirin.[15]
Piştî van du salan, Inter Miami Stadium tenê wekî stadyuma ji bo yaneya Inter Miami II, were bikaranîna. Heya wê demê Inter Miami II stadyumê bi yaneya yekem re bi hevparî bikar dianî. Ji ber ku avakirina stadyuma nû ya li Miami hêj dest pê nekiribû, Inter Miami di sezonên 2022 û 2023 de jî maçên xwe yên malê li Fort Lauderdale lîst.[16]
Piştî ku Lionel Messi di tîrmeha 2023an de hat transfer kirin, li her sê goşeyên vekirî yên stadyumê temaşegeh zêde hatin avakirin. Ev temaşegeh berê ji bo Miami International Autodrome dihatin bikaranîn. Bi vî awayî mezinahiya yarîgehê bi 3.000 cihan zêde bû û gihîşt nêzîkî 21.000 temaşevanan.[17]
Di îlona 2024an de, Inter Miami ragihand ku ji bo sezona 2026 dê veguhezîne Nu Stadium. Maça dawî ya MLSê ya tîmê li Inter Miami Stadium fînala MLS Cup 2025 bû, ku tîmê tê de serket. Ji ber ku yane sezona MLS 2026an bi pênc maçên derveyî malê dest pê kir, piştî wê di yarîgehê de tu maça lîgê nehat lîstin.[18]
Maça fermî ya dawî li Inter Miami Stadium yekserîya 1-1 li dijî Nashville SC bû, ku di maça vegerê ya qonaxa 1/8a fînalê ya CONCACAF Champions Cupê de, di 18ê adara 2026 de hat lîstin.[19]
Yarîvan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Lîsta yarîvananZanibe: Ala danasîna Tîma Netewî di bin FIFA rêzikên mavênê de nîşan dide. Yarîker dikarin zêdetir ji yek neteweyên ne-FIFA bigirin.